Ji hêzên Pêsmerge û artêsa Iraqê operasyona hevbes a paqijkirina DAISê
PeyamaKurd - Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê li eniya du ya Qeretepe operasyona paqijkirina DAIŞê ji herêmê pêk anîn.
Wezareta Pêşmerge ragihandiye ku 12ê Gulanê di operasyona hevbeş a hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, beşek ji piraniya navçeyê hatiye paqij kirin û hejmarek cih û stargehên DAIŞê hatine jinavbirin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku ‘di dema birêveçûna operasyona serkeftî de, Pêşmergeyekî zîrek û qehreman ê bi navê N.Ç D6 /Hawar Rostem ser bi fewca 2 ya lîwaya 17ê ya hêza bejayî de bombeyeke çandî teqiyaye û birîndar bûye. Rewşa tenduristiya wî Pêşmergeyî niha baş e û tê tedawî kirin.”
Hat ragihandin ku hêzên Pêşmerge di wê operasyonê de bi hûrî gundên Şoraw, Derace, Beleke ya sere, Belekeya jêr, Dola Gulm Kewe, Gundê Qorîçay ên li eniya du ya Qeretepe paqij kirine.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye gotin, di vê operasyonê de ti pevçûneke rasterast di navbera Pêşmerge û paşmayên çekdarên DAIŞê de çênebûye û li eniya 2 ya Qeretepeyê lîwaya 17ê ya bejayî ya Pêşmerge û çend yekîneyên hêzên yekîneyên 70 beşdarî operasyonê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin