Hêzên Pêsmerge û Artêsa Iraqê li ser kontrola xalên leskerî yên Çiyayê Qereçoxê li hev kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li ser xalên leşkerî yên li çiyayê Qereçoxê ku bûbû sedema aloziyê li hev kirin.
Hate zanîn ku Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser xalên leşkerî yên li çiyayê Qereçoxê rêkeftin kirine û pirsgirêkên xwe çareser kirine.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirine ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê di rojên pêş de rêkeftinê îmze bike û piştre jî bikeve meriyetê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 22ê Cotmehê li nêzîkî kampa penaberan a Mexmûrê li quntara çiyayê Qereçoxê piştî vekişîna PKKê, li ser sê xalên kontrolê yên leşkerî di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de pevçûn derketibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin