Hêzên Pêsmerge û artêsa Iraqê civiyan

17 May 2023 11:03 0 dîtin
Hêzên Pêsmerge û artêsa Iraqê civiyan

PeyamaKurd Şandeke pilebilind a artêşa Iraqê serdana, li Silêmaniyê bi amadebûna hejmarek şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî, bi fermandarên hêzên Pêşmerge re civiyan.

Li gor zanyariyan, armanca civînê, gotûbêjkirina avakirina du lîwayên hevbeş li navçeyên cihê nakokiyê û herwiha pêkanîna operasyonên hevbeş bi piştevaniya hêzên asmanî yên Iraqê bû. Li gorî fermandarên leşkerî, eger tevgera DAIŞê neyê jinavbirin, wê di pêşerojê de metirsiyek zêdetir çêbike.

Di civîna fermandarên Pêşmerge, fermandarên artêşa Iraqê de û hejmarek şêwirmend û berpirsên pilebilind ên Hevpeymaniya Navdewletî amade bûn.

Derbarê civîn û liv û tevgerên DAIŞê de, Berpirsê Hêzên 70 ê Pêşmerge Mistefa Çawreş ji K24ê re diyar kiriye: “Hêvîdar im encamên baş civîna me derkevin û hemahengî di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de bê pêşxistin.”

Herwiha Fermandarên Diyala, Kerkûk û Dozxurmatû yên artêşa Iraqê, amadebûna xwe ji bo hemahengiya li gel Pêşmerge nîşan dan û soza piştevaniya asmanî bo her operasyoneke hevbeş dan.

Fermandarê Hêza Heştem a Artêşa Iraqê Salih Hizir Nasir jî ji K24ê re daye zanîn: “Bi piştevaniya hêzên asmanî yên Iraqê, niha operasyoneke berfireh û mezin destpê dike û civîna îro jî ji bo vê armancê bû.”