Di operasyona hevbes a hêzên Pêsmerge û Iraqê de 5 km ji DAISê hat paqijkirin
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand ku li ser daxwaza Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, wan operasyoneke hevbeş bi kûrahiya 5 kîlometreyan li mihwerê 6 a sengerên Pêşmerge pêk aniye. Hat diyarkirin ku di operasyonê de, hejmarek tunelên çekdarên DAIŞê hatine jinavbirin. Komîteya Pêşmerge jî daye xuyakirin ku ev operasyona hevbeş gelekî girîng bûye, lê divê valahiyê ewlehiyê jî were dagirtin.
Cîgirê Supasalarê Pêşmerge Lîwa Qareman Şêx Kemal ji K24ê re li ser operasyonê got: “Ev operasyona ku li ser daxwaza Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bû, gelekî girîng bû. Di çend rojên borî de her du hêzan operasyoneke hevbeş bi kûrahiya 5 kîlometreyan encam da, tê de ew navçe ji çekdarên DAIŞê hatin pakkirin û cihên veşartinê jî hatin jinavbirin.”
Endamê Komîteya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Seîd Mistefa li ser vê operasyona hevbeş da zanîn, ev operasyon girîng e, lê divê ew valahiya ewlehiyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye, were dagirtin, eger wiha nebe, DAIŞ dê careke din vegere wan navçeyan.
Hewlêr û Bexda ji bo pêkanîna du lîwayên hevbeş ta ku valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî dagirin, di guftûgoyan de ne. Niha ew her du lîwa di qonaxa rahênanê de ne û biryar e di du mehên bê de, cihên wan bêne diyarkirin.
Hêjayî gotinê ye, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, ji bo cara yekem e hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş li sînorê parêzgeha Neynewayê encam didin. Operasyon li mihwerê 6 hêzên Pêşmerge û ji bo rojeke tenê bû. Hêzên beşdar karîn li vê navçeya ku valahiyê ewlehiyê ye, bi kûrahiya 5 kîlometreyan bi pêş bikevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin