Ji Pêsmergeyên Zêrevanî û hêzên Iraqê operasyona hevpar
PeyamaKurd – Hêzên Zêrevanî yên Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêza Fermandariya Operasyanan a Iraqê li Nînowayê, li Giwêr, Şenef û Çemê Zapa Biçûk operasyoneke hevpar li dijî DAIŞê pêk anîn.
Hate ragihandin ku operasyona hevpar a Pêşmerge û hêzên Iraqê di çarçoveya operasyonên ku 25ê Tîrmehê dest pê kirine de encam daye.
Di operasyonê de, lêgerîna bingehên rêxistina terorîst DAIŞê û tespîtkirina şaneyên DAIŞê hatiye kirin.
Hate ragihandin ku operasyona hevpar a hêzên Iraqê û Pêşmergeyên Zêrevanî, îro li dor demjimêr 12:00ê nîvro bidawî bûye û qadên navborî hatine paqijkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin