Ji hêzên Pêsmerge û Iraqê operasyona hevpar a DAISê...
PeyamaKurd - Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li herêmên Germiyan û Xaneqînê dest bi operasyoneke hevpar a dijî çekdarên DAIŞê kir.
Fermandarê Lîwaya 17 a Pêşmerge Hekim Kerîm ragihand ku armanca sereke ya operasyonê, derxistin û paqijkirina deverê ji çekdarên DAIŞê ye, ku valahiyek li vê deverê heye û DAIŞ sûdê jê dibîne.
Di operasyonê de hêzên Pêşmerge û Iraqê kêlgeheke petrolê ya li devera Qorî Çay ji çekdarên DAIŞê paqij dikin daku ew herêma petrolê jinûve bê bikaranîn û parastin.
Fermandarê Lîwaya 17 a Pêşmerge da zanîn: “Li gor planê operasyona me dê îro bi dawî bibe, lê em wek Hêzên Pêşmerge li sînorê xwe her tim di amadebaşiyê de ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin