Hêza Pêsmergeyên Kurdistanê û hêzên artêsa Iraqê dest bi operasyoneke hevbes kirin

18 August 2022 12:00 0 dîtin
Hêza Pêsmergeyên Kurdistanê û hêzên artêsa Iraqê dest bi operasyoneke hevbes kirin

PeyamaKurd – Li Germiyanê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê, dest bi operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê kirin.

Hat zanîn, îro 18ê Tebaxa 2022an, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dest bi operasyoneke berfireh li Germiyanê û bi taybet li sînorê Xaneqînê li dijî DAIŞê kir.

Herwiha zanyarî diyar dikin, hêzên artêşa Iraqê li sînorê parêzgeha Diyale dest bi operasyonekê kirin û bi hevbeşî ligel hêzên Pêşmerge navçeyên di navbera her du aliyan de lêgerîn û pişkinînê dikin.

Artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge ev çendîn car in li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, operasyonên hevbeş li dijî çekdarên DAIŞê encam dane. Operasyona vê carê jî li navçeyên çiyayî yên di navbera Kifrî û Xurmatûyê de tê kirin ku çend sal in tevgera çekdarên DAIŞê lê heye.

Herwiha li gor zanyariyan, operasyon îro berbangê destpê kiriye. Di operasyonê de çend tonel û şikeftên ku çekdarên DAIŞê xwe tê de vedişêrin hatine dîtin. Heta niha tu ziyanek negihîştiye hêzên Pêşmerge.