Wezîrê Pêsmerge : Armanc yekkirina hêzên pêsmergeyên Kurdistanê ye
PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl ku îro vegeriya ser karê xwe, di civîneke çapemeniyê de sedemên vegera xwe eşkere kir û balê kişand ku herêm di rewşeke hêstiyar a serbazî û siyasî de derbas dibe û yekkirina hêzên Pêşmergeyan armanca serekî ye.
Şoriş Îsmaîl got “Demeke dirêj e ez ji erkê xwe dûr ketim û di wê demê de Wezareta Pêşmergeyan di pêvajoya çaksaziyê de di qonaxeke dijwar a hevahengî û astengiyan re derbas bûye, pêvajo sist bûye.”
Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl li ser sedema vegera xwe jî anî ziman:
“Herêm di rewşeke gelekî hestyar a serbazî û siyasî re derbas dibe û metirsiyeke cidî heye, ji ber wê jî rewşa xirab a Wezareta Pêşmergeyan cihê nîgeraniya her kesî bû.”
Şoriş Îsmaîl behsa armanca kar û xebata xwe ya ku wekî Wezîrê Pêşmergeyan di kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir û got:
“Hemû armanc û prensîpên me ji bo pêvajoya çaksazî, rêkxistin û yekkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû.
Ez dikarim bi serbilindî ragihînim ku Wezareta Pêşmergeyan bi rûbirûbûna gendelî û rûbirûbûna xirabkirina çavkaniyên giştî kariye rûyekî niştimanî û bedew nîşanî cîhanê, dostên me û hevpeymaniya navdewletî bide.”
Wezîrê Pêşmergeyan spasiya Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Qûbad Talebanî kir ku di çaksazî û pêvajoya yekkirin û rêkxistina hêzên Pêşmergeyan de rola wan hebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin