Ji bo reform û yekkirina hêzên Pêsmerge civînek hat li darxistin

03 February 2025 16:11 0 dîtin
Ji bo reform û yekkirina hêzên Pêsmerge civînek hat li darxistin

PeyamaKurd – Li Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêra paytext, bi amadebûna Berpirsê Şêwirmendê Leşkerî yê Hevpeymaniya Navdewletî yê li Herêma Kurdistanê, general Rap Brandstetter û Berpirsê hemahengiya Asayişa Amerîkayê general Gavin Rice civînek hat lidarxistin. Civînd di navbera Wezareta Pêşmerge û Tîma Şêwirmendiya Leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî de pêk hat.

Di civînê de nirxandineke berfireh li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya reformên ji bo Wezareta Pêşmerge hatin kirin û gavên pratîkî ji bo yekkirin û birêxistinkirina hêzan di nav du deverên fermandeyê de hatin gotûbêjkirin.

Ev civîn destpêka qonaxeke nû ye ji bo avakirina artêşeke bihêz a Pêşmerge a neteweyî û bihêzkirina hevahengiya di navbera hêzên kurdî û hevpeymaniya navdewletî de weke gavekê ji hewlên reforma sîstema leşkerî ya Herêma Kurdistanê tên dîtin.