Wezareta berevaniyê ya Almanya ragihand ku ew pêvajoya yekkirina hêzên Pêsmerge disopînin

28 October 2023 00:22 0 dîtin
Wezareta berevaniyê ya Almanya ragihand ku ew pêvajoya yekkirina hêzên Pêsmerge disopînin

PeyamaKurd – Li gor ragihandina Rûdawê ku bi wezareta berevaniyê ya Almanyayê re ketiye nav têkiliyan û pirsan ji wezareta Almanya kiriye; Almanya mayîna leşkerên xwe yên li Iraqê û Kurdistanê ji bo salekî dirêj kir û biryarê di meclisa federal de sitend.

Wezareta Almanya her weha ragihand ku Almanya pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmerge dişopîne. Her weha Almanya bi civaka navdewletî re ji bo li Iraqê û Herêma Kurdistanê IŞİD ji nûh de neveje, xebatên xwe dewam dike. Li ser yekkirina hêzên Pêşmerge wezareta berevaniya Almanya got:

“Em pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmerge dişopînin. Hinek zahmetiyên wan hene. Ji bo reform bicîh bibin sebr û hinek pêngavên biçûk lazim in.”

Almanya her weha ragihand ku daxwaza mayîna leşkerên Almanyayê li Iraqê û Kurdistanê li ser daxwaza Hewlêrê û Bexdayê bûye.