Almanya konwoyekî desteka lojîstîk da wezareta Pêsmerge

09 January 2025 22:36 0 dîtin
Almanya konwoyekî desteka lojîstîk da wezareta Pêsmerge

PeyamaKurd – Almanya desteka xwe ya ji bo wezareta Pêşmerge dewam dike. Konwoya alîkariya leşkerî ya Almanya îro giha wezareta Pêşmerge. Wezareta Pêşmerge ragihand di çarçova desteka lojîstîk ya Almanya de, konwoyekî alavên leşkerî di 09.01.2025an de gihaye wezareta Pêşmerge.

Konwoya destekê, ji aliyê fermandarê hêzên artêşa Almanya yê Herêma Kurdistanê Albay Thomas Ritter de teslîmê wezareta Pêşmerge hat kirin.

Almanya, ji sala 2014an heya niha di çarçova koalisyona hêzên navdewletî ya li hemberê DEAŞê, ji Pêşmerge re alavên leşkerî dişîne û perwerdê dide hêzên Pêşmerge.