Wezareta Pêsmerge û Almanyayê peyman îmze kirin
PeyamaKurd – Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl pêşwaziya Balyozê Giştî yê Almanyayê Klaus Dieter Streicher, Fermandarê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Lars Persikowski û şanda leşkerî ya pê re kir.
Di destpêka hevdîtinê de Wezîrê Pêşmerge bal kişand li ser wê yekê ku pêwendiyên stratejî yên demdirêj di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Almanyayê de berdewam in û spasiya gel û hikûmeta Almanyayê jî kir ji bo piştevanî û alîkariyên berdewam bo Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Pêşmerge û Fermandeyê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê rêkeftinek îmze kirin ku di warên cuda de alîkariya Wezareta Pêşmerge bikin.
Wezîrê Pêşmerge got ku ew rêkeftin wê bibe destkeftek pêwîst û piştgiriyeke giring ji bo Wezareta Pêşmerge ji bo pêşxistina şiyanên xwe yên leşkerî û pêşxistina hemû dezgeh û yekeyên îdarî û leşkerî yên Wezareta Pêşmerge îro û paşerojê.
Balyozê Giştî yê Almanyayê got ku hikûmeta Almanya wek erkê xwe dibîne ku piştevaniya Wezareta Pêşmerge bike û ew ê di pirosesa çaksazî, rêxistin û yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û pêşxistina zêdetir şiyanên leşkerî yên hêzên Pêşmerge de alîkar bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin