'Rêkeftina Lihevkirinê' ya Wezareta Pêsmerge û hevpeymaniyê hate nirxandin
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ragihand ku projeyasaya çaksaziyê ji bo hêza Pêşmergeyên Kurdistanê projeyek niştimanî ye û armanca wê avakirina hêzeke niştimanî ya yekgirtî ye.
Di civîna berfireh a berpirsên Wezareta Pêşmerge û berpirsên Konsulxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê amade bûn de, nirxandina mehane ya rêkeftina navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Parastina DYAyê hat kirin.
Li gorî nûçeya K24ê, di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge ya di derbarê civînê de, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku di dema nirxandina mehane de di derbarê çawaniya cîbicîkirina xalên rêkeftina lihevtêgihîştinê, pêngavên ji nû ve birêxistinkirina Herêma Kurdistanê hatine kirin. yekîneyên cuda yên hêzên Pêşmerge li gor plana stratejîk a yekkirina hêzan jî lez kirin.
Hat ragihandin ku berpirsên Wezareta Pêşmerge tekezî li ser wê yekê kirine ku plana wezaretê di derbarê qonaxa niha ya hêzên Pêşmerge de ew e ku berpirsyariya cîbicîkirina bername û planên stratejîk ên Wezareta Pêşmerge di pêvajoya yekkirina hêzan de bike.
"Projeyeke niştimanî ye"
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hate destnîşankirin ku wê hemû hêzên cuda yên Herêma Kurdistanê, di nava Wezareta Pêşmerge de bibin yek û wiha dom kir: "Proje yasaya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge, ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê projeyek niştimanî ye û bi armanca avakirina hêzeke yekgirtî ya niştimanî ya li ser bingeha baweriyên niştimanî û careke din berdewamiya pêngavên wan ên ji bo rêkxistin û birêxistinkirin piştrast dike."
Li gorî daxuyaniyê, tîma ku ji şêwirmendên hêzên hevpeyman ên li Herêma Kurdistanê pêk tê, kêfxweşiya xwe ya ji bo karê Wezareta Pêşmerge ya pêkanîna bendên peymanê nîşan daye û herwiha amaje bi wê yekê jî kiriye ku bi hemahengiya li gel hêzên Pêşmerge, ew dikarin pêvajoya çaksaziya Pêşmerge û rêkxistina hêzan bileztir bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin