Hevpeymaniyê 70 otomobîlên din ên gulenebir radestî Wezareta Pêsmerge kir
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, di rûbirûbûna terorê de, wê di alîkariya Pêşmerge de berdewam be û di çarçoveya wê de, 70 otomobîlên din ên gulenebir radestî Wezareta Pêşmerge kir.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto li ser Twitterê peyamek belav kir û tê de diyar kir: “Di çarçoveya bernameya piştevaniya darayî û biçekkirinê ya Amerîka ji bo rûbirûbûna DAIŞê de, 70 otomobîlên leşkerî yên gulenebir, radestî Wezareta Pêşmerge bûn.”
Marotto eşkere kir, ew bi alîkariyên xwe yên ji bo bihêztirkirin û biçekkirina hevpeymanên xwe di rûbirûbûna terorê de, dabînkirina ewlehiyê û parastina dezgehan de berdewam dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin