Wezareta Pêsmerge û sanda Hevpeymaniyê pêkanîna 2 lîwayên hevbes gotûbêj kirin

02 November 2021 20:15 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge û sanda Hevpeymaniyê pêkanîna 2 lîwayên hevbes gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Şêwirmendê Bilind ê Wezareta Pêşmerge Hejar Umer pêşwazî li Şêwirmendê Hevpeymaniya Navdewletî Kolonel Tad Boros û şanda pê re kir.

Wezaretê eşkere kir ku di hevdîtinê de behsa amadekariyên pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de hat kirin.

Wezareta Pêşmerge ragihand ku her du aliyan tekez kirine hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê, piştevan û alîkar dibin ji bo pêkanîna wan du lîwayên hevbeş û êrîşên esmanî yên di şerê dijî DAIŞê de.

Hat diyarkirin ku li ser diyaloga stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê gotûbêj hatiye kirin, ku şanda bilind a Herêma Kurdistanê beşdarî wê diyalogê bû.

Wezareta Pêşmerge da zanîn, biryar e roja pêncşema bê, lijneya berevanî û asayîşê ya navbera Iraq – Amerîkayê bi beşdariya Nûnerê Herêma Kurdistanê Hejar Umer gereke din a civînan pêk bînin.