Sanda Wezareta Pêsmerge ji bo destbikarbûna 2 lîwayên hevbes çû Bexdayê

23 August 2023 18:14 0 dîtin
Sanda Wezareta Pêsmerge ji bo destbikarbûna 2 lîwayên hevbes çû Bexdayê

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 23yê Tebaxê şandeke Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çû Bexdayê daku karûbarên fermî yên destbikarbûna du lîwayên hatine damezrandin  bi encam bikin.

Biryar e şanda Wezareta Pêşmerge derbarê temamkirina rêkarên îdarî, mûçe, budce û pirçek kirina du lîwayên hevbeş de gotûbûjê ligel Wezareta Berevanî û operasyonên hevbeş a Iraqê bike.

Hate zanîn ku dê şanda Wezareta Pêşmerge bi armanca temamkirina rêkarên destbikarbûna du lîwayên hevbeş çend rojan li Bexdayê bimîne,

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gor yasaya budçeyê divê vê mehê du lîwayên hevbeş dest bi kar bikin ku nêzîkî 3 sal in biryara damezrandina wan hatiye dayîn.