Hejmara Lîwayên tevlî Wezareta Pêsmerge bûne gihîst 28an
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di çarçoveya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge de, bi hevahengiya Hevpeymanan 3 lîwayên nû di nav Wezareta Pêşmerge de hatin pêkanîn.
Hate diyarkirin ku di pêngava dawî de, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî 3 lîwayên nû hatin pêkanîn û bi ser Wezareta Pêşmerge ve hatin xistin. Bi vî awayî hejmara lîwayên tevlî Wezareta Pêşmerge bûne gihîşt 28an.
3 lîwayên ku vê dawiyê hatine avakirin, lîwayên 26, 28 û 30 ne û hejmara wan 5 hezar û 400 efser û Pêşmergeyên Yekîneya 70ê ne. Niha ew di bin fermandariya Lîwaya Duyem a Sererkaniyê de tên komkirin.
Rêvebirê Giştî yê Karûbarên Tekan û Xwebexşan di Wezareta Pêşmerge de Lîwa Hikmet Omer ji malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji destpêka Kabîneya Nehem ve bi alîkariya tîma Hevpeymanan, bi riya tîmeke nû fermana çaksaziyê di nava hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de da û heta niha berdewam e. Di vê kabîneyê de jî, lîwayên 15, 17, 18, 19, 21, 22, 23, 24, 26 û 30 û lîwayên 25 û 27, di nav proseyê de ne û %90 karê wan bidawî bûne û di demek nêzîk de dikeve ser mîlakê Wezareta Pêşmerge.”
Lîwa Hikmet Omer got: “Li gorî rênimayên leşkerî û li gorî yasaya çaksaziyê ya hejmar 38, em ê bi rêya komîteyan re hevdîtinên ligel hemû hêzan bikin ta ku veguhezînin ser mîlaka Wezareta Pêşmerge.”
Hate bibîrxistin ku di çarçoveya hewlên Kabîneya Nehem de, Hêzên Piştevaniya Yek û Du jî bo mîlaka Wezareta Pêşmerge hatine vegerandin. Di çarçoveya çaksaziyên hikûmetê de heta niha 28 lîwa hatine avakirin. Proseya di bin çavdêriya hêzên Hevpeymanan û Wezareta Pêşmerge de dê heta 2-3 salên din li hemû hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin