Wezareta Pêsmerge û sanda leskerî ya Fransa li ser proseya çaksaziyê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Berpirsên Wezareta Pêşmerge li gel şandeke şêwirmendên leşkerî yên Fransa behsa proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge kirin.
Rêvebirê Çaksaziyê yê Wezareta Pêşmerge, Lîwa Nebez Salih Siddik li gel Rêveberê Karûbarên Leşkerî û Sivîl ê Balyozxaneya Fransa li Bexdayê General Oliver Sello û Serokê tîma Fransa di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Kolonel John Mark civiya.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di civînê de Nebez Salih Siddik kurtejiyana hewlên wezareta xwe ya ji bo yekgirtin û birêxistinkirina hêzên Pêşmerge di çarçoveya pirojeyên cuda de pêşkêşî şanda leşkerî ya Fransa kir.
General Oliver diyar kir ku Fransa amade ye piştgiriya proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge bike û got, "Di pêşerojê de Fransa wê şêwirmendên xwe ji bo piştgirîkirina projeyên cuda yên bernameya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge bişîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin