Sanda Amerîkayê bi rayedarên Wezareta Pêsmerge re civiya

15 May 2024 10:32 0 dîtin
Sanda Amerîkayê bi rayedarên Wezareta Pêsmerge re civiya

PeyamaKurd – Berpirsên Wezareta Pêşmerge û Ofîsa Hemahengiya Asayişê ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li hev civiyan û behsa xebatên çaksaziyê ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge kirin.

Rêvebirê giştî yê budçe û bernameyên Wezareta Pêşmerge Twana Sadık her di vê hevdîtinê de ligel berpirsê ofîsa hemahengiya ewlehiyê ya Balyozxaneya giştî ya Amerîkayê Kolonel Michael Gacheru behsa bername û planên darayî yên di çarçoveya rêkeftina navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) de kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di hevdîtinê de her du aliyan behsa cîbicîkirina xalên bernameya rêkeftina di navbera xwe de û hewlên dawî yên proseya avakirina yekîne û hêzên cuda yên Pêşmerge kirin.

Herwiha tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge, tîma şêwirmendiya Amerîka û hêzên hevpeymaniya navdewletî li Herêma Kurdistanê kir ji bo bidawîkirina proseya çaksaziyê ji bo yekxistina hêzan.