Sanda Wezareta Pêsmerge ligel Balyozxaneya Amerîkayê rêkeftina pêwîstiyan îmze kir

21 March 2022 20:47 0 dîtin
Sanda Wezareta Pêsmerge ligel Balyozxaneya Amerîkayê rêkeftina pêwîstiyan îmze kir

PeyamaKurd – Şandeke Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îro 21ê Adarê roja Duşemê li ser vexwendina fermî ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê çû serdana balyozxaneyê.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê eşkere kir ku îro 21ê Adara 2022yan, şandeke wezaretê ya ji Cîgirê Serokerkan Hoşmend Heyder, Şêwirmendê Wezaretê Bextiyar Mihemed, Rêveberê Pêwendiyan û Hemahengiya Wezareta Pêşmerge Mihemed Seîd pêk hatibû, gihîşt Bexdayê.

Hat diyarkirin ku li ser vexwendina Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê çûye Bexdayê û daxwaza pêwîstiyên xwe pêşkêşî Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê kiriye û herwiha herdu aliyan li ser rêkeftinnameya hevgihîştina hevbeş îmze avêtin ji bo dabînkirina pêwîstiyan.

Balyozxaneya Amerîkayê merasîmeke Newrozê jî bi amadebûna Wezîrê Berevaniya Iraqê Cume Înad, Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Hevpeymanan ê li Iraqê li dar xist û cejna şanda Wezareta Pêşmerge pîroz kir.