Di projeyasaya budçeyê de pêsniyara Wezareta Berevaniya Amerîkayê ya ji bo dabînkirina sîstemên berevaniya asmanî bo Pêsmerge

26 July 2023 10:01 0 dîtin
Di projeyasaya budçeyê de pêsniyara Wezareta Berevaniya Amerîkayê ya ji bo dabînkirina sîstemên berevaniya asmanî bo Pêsmerge

PeyamaKurd – Di projeyasaya budçeyê de pêşniyara Wezareta Berevaniya Amerîkayê ya ji bo dabînkirina sîstemên berevaniya asmanî bo Pêşmerge

Di projeyasaya budçeya sala 2024ê ya Wezareta Berevaniya Amerîkayê de, çekdarkirin û rahênankirina hêzên ewlekariya Iraqê û hêzên Pêşmerge jî heye.

Di projeyasaya budçeya sala 2024ê ya Wezareta Berevaniya Amerîkayê de, çekdarkirin û rahênankirina hêzên ewlekariya Iraqê û hêzên Pêşmerge jî heye.

Di proje yasaya budçeyê de, daxwaz hatiye kirin ku sîstemên berevaniya asmanî ji bo parastina sînorên Herêma Kurdistanê ji moşek, hawan û balafirên bê balafirvan bidin Pêşmerge.

Di projeyasaya bûdceya Wezareta Berevaniyê de, ku di kongreyê de ye û heta niha nehatiye pesendkirin, ji aliyê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Kongreyê ve, derbarê Herêma Kurdistanê û Pêşmerge de, pêşniyarên cuda cuda hatin kirin.

Di gotarekê de wiha tê gotin: "Heta 1ê Sibata 2024an, divê Wezareta Berevaniya Amerîkayê bi şêwirîna Wezareta Derve, planekê amade bike ji bo çekdarkirin û perwerdekirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge ji bo berevaniyê li hember êrîşên moşekî, hawan û balafirên bê balafirvan."

Di pêşnûmeyê de tê pêşniyarkirin ku hêzên Amerîkî serpereştiya bikaranîna çek û sîstemên berevaniya esmanî bikin ku Wezareta Berevaniyê pêşkêşî hêzên ewlekariya Iraqê û Pêşmerge dike ji bo rûbirûbûna êrîşan. Herwiha tê pêşniyarkirin ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge di warê bikaranîna wan çekan de bên perwerdekirin.

Di pêşnûmeya budçeyê de tê gotin ku ew ê di nava 90 rojan de dest bi cîbicîkirina plana ku Wezareta Parastinê ya Amerîka û Wezareta Karên Derve bi hev re amade dikin, bikin.