Wezareta Berevaniya Îranê rastî êrîseke droneke nenas a bombekirî hat

05 April 2023 19:20 0 dîtin
Wezareta Berevaniya Îranê rastî êrîseke droneke nenas a bombekirî hat

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî bi droneyeke bombekirî ya nenas, êrîşek li ser binkeyeke leşkerî ya Wezareta Berevaniyê ya Îranê hatiye kirin.

Li gorî ajansa Tesnim a Îranê bi droneke nenas êrîşek li ser avahiya “Emîrelmo`iminîn” a Wezareta Berevaniya Îranê ya li Îsfahanê hate kirin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku êrîşa droneyê ya ser avahiya Wezareta Berevaniyê ji aliyê sîstema parastina asmanî ve hatiye pûçkirin û drone hatiye xistin.

Herwiha hatiye ragihandin ku di encama xistina xwarê ya wê dronê de, ti xisarek negihîştiye binkeya leşkerî.

Êrîşa dronê ti aliyekî li xwe negirtiye, lê beriya niha jî li ser êrîşên bi dronan rojnameya Wall Street Journal bi zarê rayedarên Amerîkî ragihandibû ku ew êrîş ji aliyê Îsraîlê ve têne kirin.