Wezareta Berevaniya Iraqê ji bo Pêsmerge kurs vekir
PeyamaKurd - Wezareta Bergiriyê ya Iraqê kursekê vedike ku Pêşmergeyên heza wan a tevlîbûnê heye dikarin navên xwe tomar bikin.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Wezareta Bergiriyê ya Iraqê îro 8ê Tîrmehê di haydariyekê de bal kişandiye ser ku kursa 88ê ya şiyandinê vedike, her Pêşmergeyekî heza tevlîbûnê hebe dikare bi rêya yekîneya xwe pêwendiyê bi Îdare û Mîreyên Wezareta Pêşmergeyê re bike.”
Hate diyarkirin, di dema 72 seetan de nav ji bo Wezareta Bergiriyê ya Iraqê têne şandin, lê pêdivî ye daxwazker derçûyên koleja sivîl bin û jidayikbûyiyên 01.07.1994ê û di ser de bin, tevî wê jî ji pişkinînên pizişkî derbas bibin û tevaya wan şertan tê de hebin ên ku li kolejên serbazî têne peywirdarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin