Sandeke Wezareta Berevaniya Iraqê îro li Hewlêrê bi Sandeya Pêsmerge re dicive

20 July 2020 11:55 0 dîtin
Sandeke Wezareta Berevaniya Iraqê îro li Hewlêrê bi Sandeya Pêsmerge re dicive

PeyamaKurd - Şandeke Wezareta Berevaniya Iraqê îro 20.07.2020an de bo bi Şandeya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bicive gihişt Hewlêrê.

Li gor zanyariyan, îro 20.07.2020ê Şandeyeke Wezareta Berevaniya Iraqê gihişt Hewlêrê û biryar e di demek şûn de li Salona Seed Ebdula, bi Şandeya Wezareta Pêşmerge bicivin.

Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge yê operasyonan Lîwa Qareman Şêx Kemal ragihand: ‘’Şandeya Wezareta Berevaniya Iraqê gihişt Hewlêrê û demeke din em ê dest bi civînan bikin.’’

Guftûgoyên Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê berdewama guftûgoyên berê ne ku di derbarê operasyonên hevbeş, vegera Pêşmerge, xalên kontrolên hevbeş de ye û dê di derbarê çend mijarê din de guftûgo bên kirin.