Heftiya bê sandeke wezareta berevaniya Iraqê serdana Hewlêrê dike

29 April 2020 12:01 0 dîtin
Heftiya bê sandeke wezareta berevaniya Iraqê serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd – Biryar e heftiya bê şandeke wezareta berevaniya Iraqê bo guftûgokirina derbarê pêkanîna hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de serdana Hewlêrê bike.

Li gor wan zanyariyên berdest, biryar e heftiya bê şandeke wezareta berevaniya Iraqê bo guftûgokirina hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, bo tekoşîna li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê şandeyek serdanaHewlêrê bike.

Armanca hatina wê şandeyê çêkirina hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê bo tekoşîna li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê ye.

Piştî bûyerên 16ê cotmeha 2017an rewşa navçeyên Kurdistanî her diçe aloztir dibe û DAIŞê heta astekî bilind xwe birêxistin kiriye û artêşa Iraqê jî şiyana wê ya kontrolkirina wan navçeyan tine.

Lijneya asayiş û berevaniyê li parlamentoya Iraqê hişyarî da hikûmeta Iraqê û daxwaza avakirina hemahengiyê di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de kir.