Wezareta Berevaniya Iraqê: Artês bêalî ye, destwerdanê nake!
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Iraqê, li ser qeyrana siyasî ya Iraqê û protestoyan ragihand ku artêşa Iraqê ti destwerdanekê li qeyrana siyasî nake û erka artêşê parastina serweriya welat ji dijminan e.
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, li demeke ku protestoyên alîgirên Tevgera Sedir dewam dikin û li parlamentoyê jî xwepêşanderan grev daye destpêkirin û Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîe jî gefa destpêkirina xwepêşandan dike, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wê artêş destewerdanê li siyasetê neke, lê parastina dam û dezgehên dewletê jî di bin parastina hêzên ewlekariyê de ye.
Herwiha hatiye gotin, erka artêşa Iraqê parastina serweriya Iraqê ji dijminan e.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku artêşa Iraqê di bûyerên rû didin de jî bêalî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin