Wezareta Pêsmerge têkiliyên xwe bi artêsa Iraqê re xwurttir dike

07 June 2022 22:36 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge têkiliyên xwe bi artêsa Iraqê re xwurttir dike

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îro bi cîgirê şêwirmendê rêveberê hevpeymanan yê li Herêma Kurdistanê û şêwirmendê berevaniyê yê bilind yê Brîtanyayê ji bo wezareta Pêşmerge li Hewlêrê civiyan.

Wezareta Pêşemerge diyar kir ku di civînê de axaftinên baş li ser çaksaziyê, rahênan, perwerde û yekkirina hêzên Pêşmerge kirine. Di civînê de li ser xwurtkirina têkiliyên Pêşmerge bi artêşa Iraqê re axifîne. Wezareta Pêşmerge her weha tekez kiriye ku ji bo di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de hemahengi hebe, berdewamî di navbera her dû aliyan de têkiliyên xwurttir dewam bikin.