Wezareta Pêsmerge: Hemahengiya navbera Pêsmerge û Artêsa Iraqê gihîstiye asteke bas
PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişyariya Niştimanî yê Wezareta Pêşmerge Osman Mihemed diyar kir, hemahengiya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê û operasyonên hevbeş, êrîşên DAIŞê li ser Pêşmerge kêm kiriye.
Osman Mihemed daye zanîn: “Hemahengiya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê gihîştiye asteke baş, piştî encamdana operasyonên hevbeş li çend deveran, tevger û çalakiyên DAIŞê kêm bûne, herwiha sedemeke din jî keş û hewa ye, DAIŞ hê jî heye û me bi hevkariya artêşa Iraqê, xwe ji bo her îhtimalê amade kiriye.”
Li ser pêkanîna du lîwayên hevbeş, Osman Mihemed eşkere kir: “Karên pêkanîna du lîwayên hevbeş temam bûne, çend rêkarên îdarî mane, piştî wan rêkaran, em ê biçin binkeyên rahênanê, piştî bi dawîbûna rahênana wan, li deverêncuda cuda wê werin dabeşkirin.”
Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişyariya Niştimanî yê Wezareta Pêşmerge destnîşan kir: “Hevpeymaniya Navdewletî rizamendî nîşan daye ji bo dabînkirina çend dronan ji bo hêzên Pêşmerge, lê belê heta niha rizamendiya hikûmeta Iraqê nehatiye wergirtin, çimkî her çekekê ku ji bo Pêşmerge were dabînkirin, divê rizamendiya hikûmeta Iraqê hebe, em li bendê ne ku di demeke nêz de hikûmeta Iraqê jî rizamendî bide.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin