Sanda Wezareta Pêsmerge li Bexdayê hevdîtinên hemahengiya têkosîna dijî DAISê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 27ê Adarê roja Yekşemê şandeke Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt paytexta Iraqê Bexdayê.
Şanda Wezareta Pêşmerge ya bi serokatiya rêveberê giştî yê hişyarî û rewşenbîrî li wezareta Pêşmerge Emîd Osman Rîşe wê Bexdayê ligel şanda şaneya ragihandina ewlehiya Iraqê û cîgirê fermandariya giştî yê hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê bicive.
Hat zanîn ku mijara sereke ya civîna şanda Wezareta Pêşmerge bidawîkirina hizra tundrewiyê û hemahengiya Hewlêr û Bexdayê û hêzên hevpeyman a tekoşîna li dijî terora DAIŞê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin