Sanda Wezareta Pêsmerge li demeke nêzîk diçe Bexdayê

18 August 2019 11:07 0 dîtin
Sanda Wezareta Pêsmerge li demeke nêzîk diçe Bexdayê

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şandeke Wezareta Pêşmerge dê li demeke nêzîk ji bo çend mijarên girîng serdana Bexdayê bike.

Berpirsê navenda rewşenbîrî û hişyarî ya Wezareta Pêşmerge, Babekir Feqê ji BasNewsê re ragihandiye ku şandeke Wezareta Pêşmerge dê di demek nêzîk de serdana Bexdayê bike û bi rayedarên Iraqî re li ser bûdce û mûçeyên Pêşmerge, rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û xurtbûna DAIŞê li wan deverên ku valahiya ewlehiyê li wan heye, gotûbêj bike.

Babekir Feqê da zanîn, "Heta niha çend hevdîtin di navbera Wezareta Pêşmerge û rayedarên Iraqî de hatine kirin û got, lê heta niha hinek pirsgirêk asê mane. Qesta me ji gotûbêjan ew e ku ev pirsgirêk jî bên çareserkirin. Yek ji wan tiştên ku em ji Bexdayê dixwazin, mafên wan pêşmergeyan e ku di şerê DAIŞê de birîndar bûne. Daxwaza me ew e mafên birîndarên me jî mîna mafên birîndarên artêşa Iraqê bin."