Serokwezîrê Iraqê bi sanda Wezareta Pêsmerge re civiya û pesnê qehremaniya Pêsmerge da
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, bi hejmarek fermandar û efserên Pêşmerge yên Hêzên Pasevanî yên Herêma Kurdistanê re civiya û pesnê qehremanî û qurbaniyên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de da.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê eşkere kir ku îro 14ê Mijdarê Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokerkan Îsa Uzêr bi hejmarek fermandar û efserên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê re civiyan.
Şanda Wezareta Pêşmerge tevî pîrozbahiya destbikarkirina Sûdanî, biryar û rêkarên fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê di pêkanîna îstiqrarê de bilind nirxand.
Mihemed Şiya Sûdanî jî pesnê rola qehremanî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û qurbanîdana wan di şerê dijî terorîstên DAIŞê de da û ragihand, çarenûsa Iraqê yekgirtî ye û astengî mezin in, loma pêwîstiya wan bi yekrêzî û hevahengiyeke baş heye li ser biryar û raspardeyên hikûmeta federal.
Serokwezîrê Iraqê di hevdîtinê de, tekezî li ser karnameya kabîneya xwe kiriye ku piştevanîkirina dezgehên ewlehiyê û hêzên çekdar li xwe girtiye, bi mebesta baştir bicihkirina erkên xwe ji bo dabînkirina aramî, îstiqrar û parastina axa welat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin