Sanda Wezareta Pêsmerge bi Hêzên Hevbes ên Iraqê re civiya
PeyamaKurd – Şanda Bilind a Hemahengiya Hevbeş a Wezareta Pêşmerge û Hêzên Hevbeş ên Iraqê, do Sêşemê li ser mekanîzmaya pêkanîna du lîwayên hevbeş ji bo kontrolkirina deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê civiyan.
Şanda Bilind a Hemahengiya Hevbeş a Wezareta Pêşmerge bi serokatiya Serokerkan Cemal Mihemed û Şanda Bilind a Hêzên Hevbeş ên Iraqê serokatiya Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevbeş ên Iraqê Ebdulemîr El Şemerî, do Sêşemê 26ê Cotmeha 2021ê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê civiyan.
Di civînê de ku bi amadebûna hêzên Hevpeymanan birêve çû, qala pêngavên herî dawî yên damezrandina du lîwayên hevbeş hat kirin di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê de, ku erkê van du lîwayan tijekirin û encamdana operasyonên serbazî ye li wan deverên ku valahiya ewlehiyê heye di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de li deverên Kutanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, herwiha qala birêveçûna karên wan ên binkeyên hemahengiya hevbeş di navbera her du aliyan de hate kirin.
Di beşeke din a civînê de, serkeftina proseya hilbijartinên pêşwext ên Iraqê û serkeftina plana asayîşa hilbijartinan hat gotûbêjkirin.
Ji aliyê xwe ve hêzên Hevpeymanan soz da, ku berdewam dibin di piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de, bi taybetî ji bo damezrandina du lîwayên hevbeş.
Di dawiya civînê de, her du aliyan tekezî li berdewamiya hemahengî û karê hevbeş di navbera wan de kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin