Sanda leskerî ya Iraqê û Wezareta Pêsmerge li Hewlêrê dicivin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 8ê Sibatê êvarê şandeke serbazî ya hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê dike û ligel Wezareta Pêşmerge dicive.
Li gor zanyariyan şanda leşkerî ya payebilind a Iraqê îro êvarê digihe Hewlêrê û bi Wezareta Pêşmerge re pirsa liv û tevgerên DAIŞê gotûbêj dikin.
Herwiha hatiye zanîn ku wê şanda leşkerî ya Iraqê serdana Mîhwera Mexmûr û Giwêrê bike, ku ev demeke liv û tevgerên DAIŞê li wan deveran zêde bûne.
Şanda Iraqî üê ligel Wezareta Pêşmerge li ser çawaniya kontrolkirina rewşê ya li wê mîhwerê gotûbêj bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji xiyaneta 16ê Cotmeha 2018an ve, ji ber dûrketina hêzên Pêşmerge, valahiyeke ewlehiyê li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê derketiye holê. Ev demeke çekdarên DAIŞê li wan deveran dest bi êrîşan kirine.
Beriya niha ji bo tijekirina wê valahiya ewlehiyê, Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanîya Iraqê çend civînên hevbeş li Hewlêr û Bexdayê encam dabûn, lê heta niha di warê leşkerî de ji bo ewlehiya wan navçeyan gav nehatiye avêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin