Wezareta Pêsmerge û Amerîka li ser girîngiya koordinasyona navbera xwe axifîn

18 May 2022 00:14 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge û Amerîka li ser girîngiya koordinasyona navbera xwe axifîn

PeyamaKurd – Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, şêwirmendê kevin yê hêzên Amerîkayê yên li herêma Kurdistanê colonel Douglas, li hev civiyan û di civînê de behsa koordînasyona navbera hêzên Amerîkayê û hêzên Pêşmerge kirin. Ragihandin ji aliyê wezareta Pêşmerge de hat kirin.

Di hevdîtinê de cîgirê wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn jî amade bû her dû teref behsa girîngiya koordinasyon û hevkariya hêzên Pêşmerge û hêzên tîma şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê kirin.

Di hevdîtinê de cîgirê wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn sipasiya Ofîsa Destekê ya Amerîkayê ya ji bo Ewlehiya Iraqê (OSC-I) kir ji ber ku destekê didin perwerda hêzên Pêşmerge.