Amerîkayê pistevaniya Hêzên Hevpeyman a ji bo Wezareta Pêsmerge dubare kir
PeyamaKurd – Wezîrê Pêşmerge diyar kir, derbarê protokola li hevtêgeheştina di navbera Wezareta Berevaniya Amerîka û Wezareta Pêşmerge de, li gel fermandarê giştî yê Hêzên Hevpeyman li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirine.
Li gor Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl li ser hesabê xwe yê facebookê nivîsand û got: “Me di civîna li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpemanan li Iraq û Sûriyê Matthew McFarlane de, gotûbêja proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge kir û me tekezî li pêngavên çaksaziyê û rêkxistina hêzên Pêşmerge kir.”
Di berdewamiyê de Wezîrê Pêşmerge eşkere kirin: “Derbarê protokola li hevtêgeheştinê ya di navbera Wezareta Berevaniya Amerîka û Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî me gotûbêj kirin û ji bo tekoşîna li hember terorîstên DAIŞê li navçeyê û li hember rawestana hemû wan metirsiyên rastî herêma me hatine de ji bo piştevaniya wan min spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê kir.”
Herwiha General Matthew McFarlane jî piştevaniya Hêzên Hevpeyman a ji bo Wezareta Pêşmerge dubare kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin