Wezareta Pêsmerge: Niha ji berê zêdetir pêwîstî bi hêzên hevpeymaniyê heye
PeyamaKurd - Berpirsê medya û hişyariya niştimanî li Wezareta Pêşmerge Osman Mihemed bal kişand ser êrîşên dawî yên DAIŞê û got, niha ji berê zêdetir pêwîstî bi hêzên hevpeymaniya navdewletî heye.
Osman Mihemed gotiye, ji destpêka sala bê ve rola hêzên Amerîka li Kurdistan û Iraqê ji şerker vediguhere şîretkarî û rahênanê.
Osman Mihemed ji BasNewsê re daye xuyakirin, hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê xwedan şiyaneke baş in loma me pêwîstî bi şiyan û hebûna wan heye.
Berpirsê Wezareta Pêşmerge behsa zêdebûna êrîş û çalakiyên DAIŞê kir û got, di rewşeke wiha de pêwîstî bi hêzên hevpeymaniya navdewletî zêdetir e û divê mîna her car li eniya pêş ya şer bin.
Li ser hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê jî Osman Mihemed da zanîn, tişta ku di şerê DAIŞê de girîng e, nehiştina bîr û fikra DAIŞê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin