Wezareta Pêsmerge: Operasyon bi armanca dabînkirina ewlehiya zêdetir hat encamdan
PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir, ji bo zêdetir ewlekariya herêmê, qonaxeke din a operasyonê li gundê Kanî Masî yê ser bi çemê Sîrwan, eniya Germesêrê hat encamdan.
Li gor hat ragihandin, roja 6ê Tebaxa 2022ê, tabûra 2 ya lîwaya 3 ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Germesêrê li qeraxên çemê Sîrwan û gundê Dekî Serçem û derdora wê operasyoneke lêgerînê pêk anîn û herwiha do jî operasyoneke din li dar xistin.
Herwiha hat eşkerekirin ku li gundê Kanî Masî yê li eniya Germesêrê tabûra 2 ya lîwaya 3 û lîwaya 19 a Hêzên Pêşmerge qonaxeke din a operasyonê encam dan.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, operasyon bi armanca dabînkirina ewlehiya zêdetir a navçeyê hat encamdan.
Herwiha Wezareta Pêşmerge diyar kir, operasyon di 8 Tebaxê di saet 11:00ê sibê de, bi awayekî serkeftî bidawî hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin