Wezareta Pêsmerge: Armanca operasyona hevbes jinavbirina terorîstan e!

07 June 2021 14:29 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge: Armanca operasyona hevbes jinavbirina terorîstan e!

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand, di operasyona hevbeş a ligel hêzên Iraqê doh 6ê Hezîranê hatiye destpêkirin de, hejmarek baregehên DAIŞê hatin wêrankirin û 3 otomobîl jî hatin şewitandin.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Pêşmerge ragihand, “Roja 6/6/2021 operasyoneke hevbeş a hêza Pêşmerge û hêzeke artêşa Iraqê bi piştgiriya hêzên Hevpeymanan li gundê Pelkane û Qurîçayî li sînorê di navbera qezaya Kifrî û Xurmatê hate kirin.”

Wezaretê diyar kir, di operasyona hevbeş de, 3 otomobîlên terorîstan hatin şewitandin û çendîn baregehên teroristan hatin wêrankirin.

Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, armanc ji wê operasyonê, dûrxistin û jinavbirina terorîstan e.