Wezareta Pêsmerge: Operasyona hevbes serkeftî bi dawî bû

07 February 2022 20:53 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge: Operasyona hevbes serkeftî bi dawî bû

PeyamaKurd - Şaneya Ragihandin û Hişyariyê ya Niştimanî li Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê derbarê qonaxa yekem a operasyona hevbeş a navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de li mîhwerên 5 û 6 daxuyanî da. Wezaretê ragihand ku operasyon bi awayekî serkeftî bi dawî bûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Piştî rêzecivînên hevbeş ên navbera fermandarên leşkerî yên hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê, ji bo nehiştina valahiya ewlehiyê, roja 7ê Sibata 2022yan, operasyona hevbeş a hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li sînorê nehiya Sergeran û bakur û rojhilatê Çiyayê Qereçûxê birêve çû.”

Di berdewamê de hat diyarkirin: “Ji hêzên Pêşmerge mîhwerên 5 û 6 û lîwayên piyade yên 2, 10, 14, 18 û hêzên komando ligel herdu yekeyên taybet ên mîhwerên 5 û 6, ji hêzên Artêşa Iraqê jî Fermandariya Operasyonên Neynewa û Fermandariya Operasyonên Kerkûkê beşdarî kirin.”

Wezareta Pêşmerge eşkere kir: “Armanca vê operasyonê, kontrolkirina deverên valahiya ewlehiyê bû ku dikevin sînorê nehiya Sergeran û Pelkane û bakur û rojhilatê Çiyayê Qereçûxê.”

Şaneya Ragihandinê diyar kir: “Di vê operasyona hevbeş de, devera diyarkirî ya operasyonê bi temamî hat kontrolkirin û herdu aliyan, hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê di xaleke gihîştina hev de, serkeftina operasyona xwe ragihand.”