Wezareta Pêsmerge: Di hemû operasyonên hevbes de armanca mezin bi dest hatin

12 July 2022 12:01 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge: Di hemû operasyonên hevbes de armanca mezin bi dest hatin

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, ji bo têkbirina terorîstan, di hemû operasyonên hevbeş yên ku hatine encamdan, armanca mezin bi dest hatin.

Wezareta Pêşmerge do 11ê Tîrmeha 2022yan daxuyaniyek belav kir û da zanîn, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr pêşwazî li Berpirsê Hêzên Fransa yê li Iraq û Herêma Kurdistanê Kolonel Lans kir.

Wezaretê eşkere kir, birêveçûna proseya çaksaziyê û yekeyên serbazî yên li nav wezaretê hatin gotûbêjkirin û bi girîngî rola tîmên çaksaziyê di pêşxistina proseyê de, bilind hat nirxandin.

Di berdewamiyê de hat destnîşankirin, li ser mijara rahênan û perwerde, encamên operasyonên hevbeş ên navbera hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hêzên Hevpeymanan hat axaftin.

Wezareta Pêşmerge da zanîn, di hemû operasyonên hevbeş de ku ji bo têkbirina terorîstan hatine encamdan, armancên mezin bi dest hatin.