Wezareta Pêsmerge û Artêsa Iraqê li ser destpêkirina operasyonên hevbes ên dijî DAISê li hev kir

05 December 2021 11:19 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge û Artêsa Iraqê li ser destpêkirina operasyonên hevbes ên dijî DAISê li hev kir

PeyamaKurd – Doh 4ê Kanûnê Fermandarên Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê li Bexdayê civiyan. Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku herdu alî rêkeftine ku wê li sînorê 4 mîhweran jûrên hevbeş bên çalak kirin û li herêmên Kurdistanî operasyonên hevbeş li gel artêşa Iraqê li dijî DAIŞê werin destpêkirin.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ku serokatiya şanda Wezareta Pêşmerge ya bo Bexdayê kir ragihand ku îro 5ê Kanûnê jî li Kerkûk û Diyale civîn destpê dikin ji bo pêkanîna operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê.

Cebar Yawer gotiye, şanda Wezareta Pêşmerge ku fermandarên mîhweran tê de bûn li gel fermandarên artêşa Iraqê û bi amadebûna Hevpeymaniya Navdewletî, li ser karê hevbeş ê serbazî li herêmên Kurdistanî, li hev kirin.

Cebar Yawer destnîşan kiriye, “Di belavbûna tevgerên DAIŞê de sedema sereke heta niha operasyonên hevbeş nebûne di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de. Sedemên din jî hene, hinek pirsgirêkên siyasî hene DAIŞ sûdê jê dibîne ji bo ku şert û mercên emnî têk bide. Hinek cih hene valahî gelekî berfireh in.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 27ê Mijdara îsal  heta 2yê Kanûnê, di êrîşên DAIŞê de 18 Pêşmerge û 3 welatî şehîd bûne.