Lîwaya 20 a Wezareta Pêsmerge tevlî lîwayeke din a artêsa Iraqê dibe
PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge diyar kir, Lîwaya 20 a Wezareta Pêşmerge tevlî lîwayeke din a artêşa Iraqê dibe û 2 lîwayên hevbeş wê jê werin avakirin, ji bo li navçeyên Kurdistanî yên Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil û Mexmûrê werin bicihkirin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di lîsteyeke ku îmza wî li ser e, razemendî daye ku Lîwaya 20 a Wezareta Pêşmerge tevlî Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bibe.
Supasalarê Pêşmerge yê Operasyonan Qareman Şêx Kemal eşkere kiriye, di çarçoveya rêkeftina Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê de, 2 lîwayên hevbeş ji Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê tên avakirin, Wezareta Pêşmerge jî Lîwaya 20 ji bo vê mebestê diyar kiriye, ji bo biçe ser bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ve, ta ku ligel lîwayeke din a artêşa Iraqê, 2 lîwayên hevbeş bêne pêkanîn û li Kerkûk, Deşta Mûsilê, Mexmûr û Xaneqînê bi cih bibin.
Qareman Şêx Kemal herwiha destnîşan kir, derbarê erk û mûçeyên her du lîwayan de, Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê di demeke nêzîk de wê bicivin û rêkeftina dawî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin