Sererkanê Pêsmerge bi Fermandarê Operasyonên Hevbes ê Iraqê re rewsa ewlehiyê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro Çarşemê 22yê Hezîranê Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr pêşwazî li Fermandarê Firqeya 14 ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Neynewa Ebdullah Remezan El Cibûrî û şanda pê re kir.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat eşkerekirin, di hevdîtinê de li ser hevahengî û pêwendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê gotûbêj hat kirin, bi taybetî li deverên hevbeş ên navbera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û Artêşa Iraqê ku cihên valahiya ewlehiyê ne.
Di hevdîtinê de tekezî li ser berdewamkirina hevkarî û hevahengiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hat kirin.
Wezareta Pêşmerge diyar kir, ji bo pêkanîna aramî û seqamgîriya navçeyê, pêwîstiya me bi karê hevbeş heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin