Bexda | Sandeke Wezareta Pêsmerge serdana Fermandariya Operasyonên Hevbes dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin, Şandeke Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê serdana Fermandariya Operasyonên Hevbeş li Bexdayê dike.
Li gor Endamê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Adil Zengene îro diyar kir, biryar e îro danê sibê şandeke Wezareta Pêşmerge serdana Bexdayê bike.
Herwiha Zengene eşkere kir, şanda Wezareta Pêşmerge wê li navenda Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, çend hevdîtinên girîng pêk bîne.
Beriya niha Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Sebit Mihemed roja 9.01.2023an derbarê pêwendiyên di navbera artêşa Iraqê û Wezareta Pêşmerge de diyar kir, pêwendiyeke wan a pir baş ligel Wezareta Pêşmerge heye.
Herî dawî Sebit Mihemed got: “Supasalarê Pêşmerge Îsa Uzêr beşdarî çendîn civînên girîng ên Wezareta Berevaniyê û Encûmena Asayişa Netewî bûye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin