Sandeke Kanadayî, serdana Wezareta Pêsmerge kir

30 August 2023 14:00 0 dîtin
Sandeke Kanadayî, serdana Wezareta Pêsmerge kir

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hat dayîn, şandeke Parlementoya Kanadayê, serdana Wezareta Pêşmerge kir.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, şandeke Parlementoya Kanadayê ya ku ji komîteya dostaniyê ya Parlementoya Kanadayê pêk hatiye, serdana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ligel rayedarên Wezareta Pêşmerge civiya.

Hat diyarkirin ku şandê diyar kir ku armanca vê serdanê, bihêztirkirina têkiliyên navbera dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Kanadayê ye.

Her wiha hat eşkerekirin ku di berdewamiya civînê de nîqaş li ser gefên terorê û hewildanên heyî yên ji bo rûbirûbûna terorê û parastina ewlekariya deverê jî nirxandin û dan û stendin hatine kirin.