Sandeke Lijneya Pêsmerge serdana cihên ji aliyê Îranê ve hatine topbarankirin kir

11 October 2022 09:29 0 dîtin
Sandeke Lijneya Pêsmerge serdana cihên ji aliyê Îranê ve hatine topbarankirin kir

PeyamaKurd – Şandeke Lijneya Pêşmerge ya li Parlamentoya Kurdistanê, serdana cihên ji aliyê Îranê ve hatine topbarankirin, devera Balekayetî û Biradost kir û bi rayedarên îdarî û şêniyên gundên wan deveran civiyan.

Li gor zanyariyan, şanda Parlamentoya Kurdistanê serdana cihên ku hatine topbarankirin kir û derbarê qebareya ziyanan û cihên ku hatibûn armanckirin de, zanyarî ji rayedar û welatiyan sitendin.

Herwiha Serokê Lijneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, di encama topbarana deverên sînorî de ziyaneke mezin a maddî, jîngehî, çandinî û perwerdehiyê li ber xelkê deverên sînorî ketiye.

Hat ragihandin ku Endamên Lijneya Pêşmerge, li Balekayetî derbarê ziyanên topbaranên Îranê de lêkolîn kirin, ligel Qaymeqamê Çomanê civiyan û pişt re serdana gundê Werde kirin ku hatiye topbarankirin.

Hat eşkerekirin, şanda Parlamentoya Kurdistanê serdana devera Biradost kir û bi Rêveberê Nahiya Sîdekan re civiya û pişt re çûn gundên Geliyê Zerzê ku 13 roj di bin topbaranên tund ên Îranê de bûn.