Komîsyona Pêsmerge tevî hejmarek parlamenter serdana cihên topbarana Îranê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Komîsyona Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê ligel hejmarek parlamenteran wê serdana deverên Balekayetî û Biradostê bike ku ji aliyê Îranê ve hatine topbaran kirin.
Serokê Komîsyona Karûbarên Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Osman Sîdarî, ragihand ku Parlamentoya Kurdistanê ew erkdar kirine ku ligel hin parlamenteran ji bo lêkolînê serdana deverên hatine bombebarankirin bikin û got, cotkarên herêmê ji topbarana Îranê ziyaneke mezin dîtine.
Sîdarî ji K24ê re daye xuyakirin, ew dê li ser çareseriya bo rawestandina êrîşan hewl bidin û herwiha raporekê derbarê ziyanên cotkaran de amade bikin û pêşkeşî parlamentoyê biken.
Hat diyarkirin ku wê şanda navborî sibe 10ê Cotmehê dest bi serdana xwe bike û pêşî ligel rayedarên Îdareya Serbixwe ya Soranê jî bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin