Amerîkayê hejmarek çekên giran dan hêzên Pêsmerge

06 August 2024 17:25 0 dîtin
Amerîkayê hejmarek çekên giran dan hêzên Pêsmerge

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Amerîkayê di bin banê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de hejmarek çekên girîng radestî hêzên Pêşmerge kir.

Hate diyarkirin, di berdewama alîkariyên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, îro 6ê Tebaxê hejmarek çekên giran radestî hêzên Pêşmerge hatin kirin.

Radestkirina wan çekan bi merasîmeke amadebûna berpirsên Wezareta Pêşmerge û Hêzên Hevpeymanan û Konsulê Giştî yê Amerîkayê pêk hat ku hejmarek top radestî Wezareta Pêşmerge hatin kirin.

Hate zanîn ku çekên têne dayîn dê ji hêzên piştevanîyê yên 1 û 2 yên Wezareta Pêşmerge re bên pêşkeşkirin.