Elektrîk û înterneta Mahabadê hat qutkirin, hêzên Îranê bi çekên giran derbasî nav bajêr bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber serhildana gel a li Rojavayê Kurdistanê ku xelkê bajarê Mahabadê li dijî rejîma Îranê xwepêşandanan berdewam dikin, hêzên Îranê şeva borî bi çekên giran derbasî nav bajêr bûne.
Herwiha hatiye diyarkirin ku elektrîk û înterneta bajêr jî bi temamî hatiye qutkirin û dengê teqeyan li nav Mahabadê tê bihîstin.
Çend vîdyoyên ku bajar hatiye tarîkirin û xelkê Mahabadê li ber agir dijî rejîma Îranê diruşman diqîrin û peyamên berxwedanê didin hatine belavkirin, lê agahiyê zelal derbarê rewşa Mahabadê de hîn nehatine bidestxistin ku bajar di bin metirsiye êrîşeke mezin a hêzê Îranê de ye.
;Die Stadt #Mahabad wird mit schwerer Artillerie angegriffen und das IRGC schießt auf die Häuser unschuldiger Menschen! Die Islamische Republik schlachtet unschuldige Menschen ab! Seien Sie die Stimme der Menschen in Mahabad! #MahsaAmini #IranRevolution #مهاباد pic.twitter.com/YrKoIrHsxT
— Alex Armanto Zara (@Zahrakhatami97) November 20, 2022
Xwepêşandanên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja xwe ya 66an de jî berdewam kirin.
Li bajarên Bokan, Seqiz, Merîwan, Dîwandere, Pawe, Kirmaşan, Bane, Nexede, Pîranşar û Xoyê yên Rojhilatê Kurdistanê doh Yekşemê xelk dîsa li kolanan bûn û rejîma Îranê protesto kirin.
Herwiha xwepêşandaneke mezin li bajarê Murmurî yê parêzgeha Îlamê hat lidarxistin ku hin navendên hikûmî û bingehên Supaya Pasdaran ji aliyê xelkê ve hatin şewitandin.
Dîsa li parêzgehên Tehran, Şîraz, Erak, Erdebîl, Tewrêz û hejmareke bajarên din jî protestoyên dijî rejîma Îranê berdewam kirin û li bajarê Endîşe yê parêzgeha Tewrêzê, avahiya şaredariyê hate şewitandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin