Pistî dorpêça xida û elektrîkê fermana qutkirina ava Xezeyê jî hat dayîn
PeyamaKurd – Piştî êrîşa çekdarên Hemasê bi ser Îsraîlê de, li Îsraîlê bi fermî şer hatiye ragihandin ku du roj in êrîşên tund ên asmanî li ser Xezeyê têne kirin.
Beriya niha hatibû ragihandin ku dorpêç li ser Xezeyê hatiye ragihandin ku dê ti xurek û pêdiviyên xelkê Xezeyê êdî neyên derbaskirin.
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant, ragihand ku wan fermana dorpêçkirina Xezeyê daye û got: “Elektrîk tune, xwarin tune, sotemenî tune, xwarin tune.”
Herwiha Wezîrê Enerjî û Binesaziyê yê Îsraîlê jî ragihand ku fermana qutkirina avê bi ser Xezeyê de hatiye dayîn.
Şer û pevçûnên artêşa Îsraîlê bi çekdarên Hemasê û komên girêdayî wê re li gelek deveran dewam dikin û Îsraîl jî li Xezeyê bombebaraneke tund didomîne. Heta niha li gorî amarên piştrast nebûne, bi hezaran kesan can daye û birîndar bûne ji herdu aliyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin